Îsmaîl
Beşîkçî
Li van salên dawîn derbareyê pirsa kurd de gelek axaftin û munaqeşe çêdibin.
Herçendî ev axaftin û munaqeşe li gelek cihî û li pirê wextan bi çavê dewletê
têne kirin jî cardin her ku diçe eleqeya li ser pirsa kurd zêde dibe. Ew
atmosfera ku ev axaftin û munaqeşe çêdibin atmosfereka çawa ye? Taybetîyên
sîyasî, civakî û ruhî yên vê atmosferê çi ne? Divê meriv bala xwe bide ser, gelo
dema ku dibêjin pirsa kurd, dema ku dibêjin çareserî bona pirsa kurd, di nav
atfosfereka ruhî ya çawa de li çareserîyê digerin?