Dostên
hêja,
Di têkoþîna rizgarîya neteweyî ya kurd de wekî sengereka nuh me di roja 13 tebax
2005 de bi navnîþana eneternetî www.peyamaazadi.com
dest bi weþanê kir. Heta niha ev dibe ji sê salan zêdetir em weþana xwe dewam
dikin. Herwekî ku me di nivîsa DESTPÊKê de jî gotibû, ji wê rojê vir de
heta ku ji me hat me hertim hewl da xwe ku em berê xwe bidin welatê xwe û
pirsgirêkên welatê xwe bi awayekî ciddî, bi qasî ku mumkin e, bi þêweyekî
zanistî munaqeþe bikin. Çiqas ji destê me hat, di sengera ku em têde ne, me hewl
da xwe ku em agahiyên rast belav bikin. Me rê neda ku hema çawa lê hat, em
weþanê bikin. Me rû neda bêpirensîbîyê û me hewl da ku em weþaneka bipirensîb
bikin.
Me hertim ji xwe re kir armanc ku em derbareyê pirsa Kurdîstanê û civaka kurd de
pêþî li derew û mîstîfîkasyonên ku ji layê dewletê ve têne organîzekirin, bigrin.
Herwisa, me hewl da ku em bibin navendeka cazîbeyê ya agahdarîyên rast. Dîsa me
hewl da ku di serî de li warê zimanê kurdî, em xelkê xwe bê alternatîf nehêlin,
em xelkê ji rûdanan agahdar bikin û moralê civaka xwe bilind bigrin. Me hertim
ji xwe re kir armanc ku em nirxên gelê xwe bilindtir bikin. Çawa ku me berê jî
gotibû, qet nebe heke em bikanibin çend têbinîyên biþeref di nav rûpelên dîroka
xwe de tomar bikin, dê ev yek bona me bibe destketineka gelek mezin.
Di nav van sê salan de carînan em bûn armanca êrîþên dewletê yên eþkera û
veþartî. Carînan jî em bûn armanca hîn derdorên sîyasî yên kurd ku bi kultura
sîh-çil sal berê hatine alandin. Mijarên ku me munaqeþe dikir me dizanî ku dê
dewlet jê narehet bûya. Lê hindek derdorên kurd, ji ber ku di hembêza çepê
tirkan de çavê xwe vekirine û bi zanînên derewîn yên dewletê xwedî dibin û
ezbera wan hîn jî xera nebûye, lewre, carînan ew jî ji me narehet bûn.
Dema ku Peyamaazadî sê sal berê bi çend merivî dest bi weþana xwe kir, ne
di wê îddîayê de bû ku dê karên gelek mezin bike. Em hay jê hebûn ku di vê
prosesa nazik de ger çend têbinîyên biþeref li dîrokê zêde bibin dê ev bibe
qezenceka mezin. Ji vê çendê Peyamaazadî gelek bi îtîna hewl da xwe ku
rîayeta prensîbên gerdûnî yên weþnagerîyê bike. Wekî mînak, bêyî ku çavkanîyê
nîþan bide yan jî bêyî ku destûrê ji nivîskarî bistîne, tu nivîsekê neweþand. Tu
caran derheqê malperên kurd yên din de, derheqê tu nivîskarekî de paþgotinîyê
nekir. Cih neda tu nivîsa ku ji çarçeweya rexneyê derketiye û êrîþî mafên kesane
dike. Her nivîsa ku bo malperê hatibe þandin, li gorî krîterên têkoþîna
rizgarîya neteweya kurd hate helsengandin û hîn hate weþandin. Qaþo li ser navê
demokratîyetê, hema çi nivîsa ku hatibe ber dest, bêyî ku tu tasnîfekê têde were
kirin, bi awayekî bêpirensîb nehate weþandin. Em hay jê hene ku di van deh salên
dawîn de toreya me serûbin bûye û ev proses hîn jî dewam dike. Ji ber ku li
Kurdîstana Bakur bi bernameyeka kontrayî hemî nirxên gelê kurd bo silametîya
dewleta tirk têne pêþkêþkirin, diviyabû ku em gelek ciddî bûna.
Di serî de dewleta tirk a dagîrker rê li ber me teng dikir, lê carînan hinde
hevalên me yên kevin jî dixwestin pêþî li me bigrin. Lêbelê bêyî ku em ji nirx û
pirensîbên xwe tawîz bidin, heta ji me hatiye me li hemberî van hewldanan li ber
xwe daye û me di rêya xwe re dewam kiriye.
Me dema ku dest bi weþanê kiribû, di wê nivîsa pêþîn de me dîyar kiribû ku pirsa
me ya bingehîn welatê me ye. Em çend kesên ku li ser vê tesbîtê hatibûn cem hev,
me dabû zanîn ku mafê serxwebûna welêt û azadîya neteweyî mafên pîroz in, tu car
nayêne dewrkirin, herwisa, me ev yek wekî rotaya xwe ya îdeolojîk û sîyasî dîyar
kiribû. Li ser vê esasê, çi kes û derdorên ku herwekî neteweyên din bi mafên
neteweya kurd jî bawer bûn, me ew wekî dost qebul kirin. Lê yên ku neteweya kurd
wekî koleya neteweyên serdest dibînin û li pey dek û dolaban digerin, herwisa,
xelkê me jî di vê rêya xwar de manîpule dikin, me ew di nav birra diþminan de
qebul kirin.
Bona ku pirsgirêkên têkoþîna ku li Kurdîstanê dewam dike bêne helkirin, bona ku
bi eqlê selîm nêzîkahî bi van pirsgirêkan bête kirin, pêwîstî bi hestîyarîyeka
mezin heye. Ew qirêjî, bêpirensîbî û bêhuqûqîya warên sîyasî di roja îroyîn de
li hinde weþanên enternetî yên kurdî de jî wergerîyaye. Kadroyên ku
serkirdayetîya malperên kurdî dikin, helbet tercîhên xwe yên sîyasî û îdeolojîk,
helwêsta xwe ya polîtîk, hetta ku kêmasîyên xwe jî vediguhêzin ser malperan. Ji
layê din, li Kurdîstana Bakur ku tirkayetî li ser tê arastekirin, di nav gelek
kadroyan de, ne di warê zanistî (mesela wekî ziman, kultur, dîrok û hwd.) de û
ne jî di warê sîyaseta hevpar ya neteweyî de meriv nikane bibêje ku pîvanên
muþterek baþebaþ rûniþtine. Ji viya jî wêdetir, carînan hinde kes hene ku di her
warî de xwe pispor dizanin û di her mijarî de xwe xwedîyê mafê axaftinê dibînin,
herwisa, yên ku bo xizmeta “serok” amade ne, ku tenê ji çapemenîya dewleta tirk
û ji wan weþanên ku pêwîstîya dewletê bicih tînin xwedî dibin, ew metnên ku
dîroka me berovajî dikin, bêyî ku tu tasnîfekê bikin digrin bi ciwanmerdî
diweþînin. Li hemberî wan îddîayên dewletê ku ji her layî ve dor li welatê me
pêçane, bi îddîayên sîyasî ku welêt bingeh digrin, li ber xwe nadin. Dema ku
rewþ ev be, gelekê caran hinde metnên ku tinazên xwe bi ziman û kultura me
dikin, têne weþandin. Carînan jî, li ser navê ku dê peyamê bidine hinde
derdoran, kesayetî têne rencîdekirin. Bi vî awayî zemîneka bêhuqûq û bê tore pêk
tê. Peyamaazadî tu caran li ser zemîneka bêhuqûq û bê tore nemeþîya.
Peyamaazadî
dema ku dest bi weþanê kiribû helbet hinde armanc dabûn pêþîya xwe lê di
berdewama weþana xwe de nikanî bigihe hinde armancan. Wekî mînak, me nikanî em
bibin xwedîyê desteyeka weþanê. Herwisa, ji bilî hevalekî me yê edîtor, me
nikanî em hinde elemanên alîkar û elemanên teknîker tevlî xebata weþana xwe
bikin. Me nikanî berpirsîyarîya xebateka kolektîf jî bigrin ser milê xwe. Tevayî
barê Peyamaazadî li ser milê hevalê me yê edîtor ma. Digel ku dihat zanîn
pêwîstîyên rojane yên vî hevalî jî hene, ji derveyî viya, xwendina wî ya
akademîk heye, lê dîsa jî, hertim hate îhmalkirin. Hevalên ku digotin, “Heke
nameþe, dev jê berdin.” Bêyî ku pirsa “Çima nameþe?” bikin, digotin “Çima
me dernaxin manþetê?” Û pirrê caran hay ji xwe nedibûn ku çima dê dernekevin
manþetê. Hinde hevalên me jî, herwekî ku ne endamê neteweya kurd bin, mîna ku
pirsgirêkên neteweya kurd ne yên wan bin, te digot qey tu mesûlîyeteka wan li
hemberî neteweya kurd nîn e, bi vî awayî tevgeriyan û em tenê hiþtin. Berî her
tiþtî weþangerî mesûlîyetî ye, kolektîfî ye. Lê esas, weþangerîya miletên
bindest tenê fedakarî ye. Îcar meriv hevkarê weþanekê be lê tenê ji çend mehan
carekê nivîsekê ku serûbin giþ bi xeletîyên rastnivînê tijî be binivîse û biþîne.
Dema ku ev nîvîsên hanê redakte dibin, herwekî ku ji nuh de werin nivîsîn, bi
nivîsên wisa, meriv nikane bi rastî beþdarîyê bo xebateka muþterek bike. Çi dema
ku nivîskarên weþanekê ji bîrve bikin ku di heman demê de ew xwedîyê wê weþanê
ne, hingê dê ew weþan nikanibe jîyana xwe zêde dewam bike. Digel van hemîyê
kêmasîyan, dîsa jî Peyamaazadî bi her çar zimanên ku weþanê dikir, hertim
di nav hewldanê de bû ku nivîsan ji alîyê qaydeyên gramerê û rastnîvîsînê ve
bêqusûr biweþîne. Ev hewldanên hanê helbet ji ber hurmeta li hemberî xwe û
xwendevanên xwe bû. Hemî nivîsên ku hatine weþandin, herî kêm carek hatine
xwendin, hatine teshîhkirin, ji layê wate û îmlayê ve þaþî hatine rastkirin, bi
awayekî tekuz hatiye weþandin. Heta niha 3 hezar metn hatine weþandin. Wisa
hesab bikin ku bona her metnekê kêmtir nîv saet wext hatibe terxankirin, êdî ev
efora ku hatiye xerckirin dê xweberî bête dîtin.
Ger niha em vegerin û li dû xwe binihêrin, tiþtê herî berbiçav ku wekî
serketinekê di destê me de dixuye, pêþkentina di warê zimanê kurdî de ye. Ji vê
pêþketinê tiþtê herî girîng, ji destpêka wergerandina gotarên mamosta Îsmaîl
Beþîkçî û vir de harîkarîya dostê me Roþan Lezgînî heta dawîyê dewam kir. Bi
rêya Peyamaazadî xwendevanên kurd ên li her devera cîhanê ku nikanin bi
tirkî bixwînin, bi fikrê mamosta Beþîkçî re hevnas bûn. Paþê beþek ji van
gotaran hate berhevkirin û wekî kitêbeka nêzîkî 280 rûpelî ji Weþanxaneya Pêrî
çap bûye. Derbareyê wergerandinên ji Îsmaîl Beþîkçî de, ji destpêkê heta dawîyê
hertim nameyên kêfxweþîyê gihane me. Ev jî nîþan dide ku bê hela çendî karekî
rast û di cih de hatiye kirin.
Niha em dibînin ku jîyana sosyal bi ser hiþmendîya me ya sîyasî de girtiye û wê
parçe dike. Lê em di þûna ke ji jîyana xwe ya taybet piçek feraxet bikin û ji
goþeyekê de dest biavêjin têkoþînê, di þûna ku em milê xwe bidin bin barê
têkoþînê, em radibin xwe di nav cîhana xwe ya teng de heps dikin û ji têkoþînê
direvin; em ji bîr dikin ku kêmtir ev serê du sed salan e li Kurdîstanê
têkoþînek heye û hemî hucreyên wê bi jan û qehr û qotikan, her derê wê bi
hêstrên çavan dagirtî ye, sînorên wê bi mayînan çandî ye, îskeleta wê hatîye
parçekirin. Lê cihê xebînetê ye ku digel viya, em xwe di cîhana mîstîk a jîyana
xwe ya taybet de xewle dikin!
Em wekî agahdarkirineka pêwîst û berpirsîyarane bi xwendevanên Peyamaazadî
didin zanîn ku em ê niha bona demekê weþana xwe bidin rawestandin. Paþê em ê
bala xwe bidin ser kêmasîyên xwe. Ger zemîneka tendurist a xebateka kolekektîf
pêk were, wekî senegereka têkoþîna rizgarîya neteweya kurd em ê bi awayekî
hêzdartir cardin dest bi weþanê bikin. Ne hewce ye ku meriv mutewazîtîya bêwate
bike. Di maweya van sê salan de, ger piçek be jî, em dizanin ku kedeka me ketiye
nav têkoþîna rizgariya Kurdîstanê. Qet nebe, em bawer in ku me çend têbiniyên
biþeref li dîroka xwe zêde kirine. Ger bo demeka muweqet be jî, niha dema ku em
xatir ji we dixwazin, em melul dibin lê dilê me rehet e.
Gelî dostan,
Berî ku em bibêjin bimînin di xweþîyê de, em bidin zanîn ku ji bilî dêmên yarê
me her tiþtê xwe ligel hev parve kir. Em nizanin xweþîkîya vê parvekirinê dê
çawa were behskirin? Lê tiþtê em dizanin, li her demê, di xweþî û tenganîyê de,
hertim em ê ligel hev bin.
Ligel rêz û silavan, bona hevdîtina li demeka din niha bimînin di xêr û xweþîyê
de…
Peyamaazadî
Sermawez 2008