|
Kültür-Sanat: Pirtûka bi navê “Ziman - Nasname - Netewe û Neteweperwerî” weþîya

Îsmaîl Beþîkçî;
di sala 1939 de li Îskilîpê hatîye dinyayê. Di sala 1962 de Fakulteya Zanyarîyên
Sîyasî ya Unîversîteya Anqerê temam kirîye. Di dawîya sala 1964 de li bajarê
Erziromê, li Fakulteya Fen-Edebîyatê ya Unîversîteya Atatirk wekî asîstanê
sosyolojîyê dest bi kar kirîye lê roja 20 tîrmeh 1970 ji ber dersên ku li
fakulteyê dane û ji ber nivîsarên ku di kovar û rojnameyan de dane weþandin,
herwisa, ji ber naveroka kitêbên wî, ji kar hatîye dûrxistin.
|
|
Kültür-Sanat: Danasîn - Nika Wextê Huyayîþî yo
Nika
Wextê Huyayîþî yo, nameyê yew kitabî yo. No
kitabê fiqrayan hetê Weþanxaneyê Vateyî ra emser hamnanî ginayo çape ro û 86
rîpelî yo.
|
|
Kültür-Sanat: Ji dîplomatê Swêdî Karlsson gavek bi wate: ”Kurdistan”ê dihêne qada navnetewî
Zarathustra
News
Dîplomatê Swêdê li Stenbolê
nivîskar Ingmar Karlsson bi pirtûka xwe ya nû gavek e bi wate dihavêje. Navê
xebata Karlsson jî têra xwe bi wate ye. Navê wê, ”Kurdistan” e.
Gelek rojnameyên swêdî li
ser berhema Karlsson dîtinên xwe anîne zimên.
Bi tevayî bi erênî nêzî xebata wî bûn. Bi giþtî dîtina wan dikare wisa
bê formulekirin:
|
|
Kültür-Sanat: Hejmara nû ya kovara BÎRê (9) weþîya
Pêþgotin
Xwendevanên hêja, di vê germa havîna Amedê de careke dî kovara BÎR bi naverokeke
dewlemend û mijarên nûh digîje ber destê we. Projeya “Danasîna 100 Navdarên Kurd”
bi derketina vê hejmarê, dibe hejmara sêyemîn a danasîna navdarên kurd. Dîroka
neteweya kurd jî wek erd û axa wî berhemdar û dewlemend e. Ji ber vê, neteweya
kurd jî xwedîyê gelek þexsiyetên navdar, hêja û dozkaran e.
|
|
Kültür-Sanat: Kovara Vate Hûmara 31. Vejîya
Hûmara
31. yê kovara Vateyî vejîya. Reya verên a ke qapaxa vernî bi fotograf
vejêna. Yew fotografê Sosyolog Îsmaîl Beþîkçî ameyo aliqnayîþ.
Na
hûmara Vateyî hetê qelîteyê muhtewa ra zaf pêt û dewlemend a. Hetê
xebitnayîþê ziwanî ra, hetê averþîyayîþ û modernîze bîyayîþê kirmanckî ra çimê
merdimî kena pirr. Na hûmare reyde, wina aseno ke hetê ziwanxebitnayena ra êdî
vernîya kirmanckî (kurdîya zazakî) weþ abîya û êdî sey yew royê zelalî gelîyê xo
de herikêna.
|
|
Kültür-Sanat: Edebîyatê ma de eserêko muhîm: Xafilbela

Roşan Lezgîn
Xafilbela
nameyê kitabê hîkayeyan yê Murad Canşadî yo. Kitab hetê Weşanxaneyê Vateyî ra
hezîrana 2008î de ginayo çape ro û 85 rîpelî yo. Kitab de 11 tene hîkayeyî ca
gênê: “Ez Hol Zaneno”, “Vilaweke”, “Ahaa Biradero Xoşewîst!”, “Torn”, “Qewe”, “Kelmîzin”,
“Keyeyê Roşna û Mîro Kose”, “Xafilbela”, “Bajarê Ma”, “Bostan” û “Heykel”.
|
|
Kültür-Sanat: Xebata hêja ya rehmetiyê Mahmut Baksî: Ji awira kurdan ve Yilmaz Guney
Gabar
Çiyan
Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina
pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên
hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin.
Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.
”Zingilên berê sibehê min ditirsînin. Kezeba min diqetînin.
Roja 9 ê
îlona 1984 an bû. Zingila telefona malê çend caran lêxist. Ez veciniqîm. Şopa
xewa giran cihê xwe dabû tirsê. Ez gêj dibûm. Min, bi vê tirsê destê xwe dirêjî
telefonê kir. Xebera reş ji têla telefonê belav dibû:
|
|
Kültür-Sanat: Þîîrê J. Îhsan Esparî Dilopê Zerrî yê
Dilopê
Zerrî,
nameyê kitabê şîîran yê J. Îhsan Esparî yo. Kitab hetê Weşanxaneyê Vateyî ra
hezîrana 2008î de ginayo çape ro û 55 rîpelî yo.
Kitab de
17 tene şîîrî ca gênê. Şîîrî goreyê nuştişê wextî ra amey rêzkerdiş. Mavajî,
şîîra tewr verêne “Wesar” nîsane 1991 de nûsîyaya.
Resmê
qapaxê kitabî yew tabloyê hunermendê namdarî yê resman Mehmûd Celayîrî ra yo.
Panc tene resmê rindekî ke tabloyanê Mehmûd Celayîrî ra se detay amey weçînitiş
zî mîyanê kitabî de cadîyayê. Tabloyî bi xo zî manenê şîîre.
|
|
Kültür-Sanat: Kitêba Necmedîn Buyukkaya ji nuh de çap bû

Kitêba Necmedîn Buyukkaya a bi navê Kalemimden Sayfalar
ku cara
pêşî li Stockholmê di sala 1992 de ji layê Weşanxaneya Apecê hatibû çapkirin,
niha çapa duyem a berfireh ji layê Weşanxaneya Vateyî li Îstabulê hatiye
çapkirin.
|
|
Kültür-Sanat: Cemîlpaþazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperwerîya Kurdî

Kitêba lêkolîner û zimanzanê kurd Malmîsanij a bi navê
Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperwerîya Kurdî ku pêşî bi navê
Dirabakırlı Cemilpaşazadeler Ve Kürt Milliyetçiliği ji alîyê Weşanxaneya
Avesta çap bibû, niha kurmancîya wê ji alîyê Weşnaxaneya Vateyî çap bûye. Kitêb
488 rûpel e û ji alîyê Roşan Lezgîn bi kurmancîyeka sade û standard
hatiye wergerandin.
|
|
Kültür-Sanat: 110 navdarên kurd ku dikin di nav kûrahîya dîrokê de bidine jibîrkirin hatin bahev

Di tarîxa her civat û neteweyî de şexsiyetên ku şopa xwe hiştine û rê nîşan dêr
hene. Şêxsiyetên bi vî awayî di hafizayên civatên pêşketî de, bi awayê ku tu
caran neyên jibîrkirin cih ji xwe re peyda kirine, derketine asta nemiriyê an jî
têne ebedîkirin. Neteweyên pêşketî; şair û nivîskarên ku hewl dane zimanên wan
bipêş bikeve, lehengên rûpelên girîng ên tarîxa xwe, hunermend û rewşenbîrên ku
edebiyat û hunera wan dewlemend kirine ji bo ku ji nifşên bê re bidin nasandin,
kitêbên bi çendin cildan, romanan û ansiklopediyan nivîsandine, peykeran, fîlman,
tabloyan û şanoyan çêkirine. Di van waran de xwediyê saziyên xurt in.
|
|
Kültür-Sanat: Kovara Nûbiharê Jimara xwe ya 104ê weþand

Jimara 104ê ya Kovara Nûbiharê weşîya. Nûbihar, weke kovara çandî hunerî edebî
ji sê mehan carekê diweşe. Panzdeh sal in, derbarê çand huner û edebîyatê de
lêkolîn û nivîsaran diweşîne. Di vê jimara xwe ya Biharê de dîsa bi naverokeke
dewlemend û bi nivîsarên têkildarê rojevê, bi şi’r, hikaye, çîrok, lêkolîn,
venêrîn û bi berhemen rexne ve gihaşt ber destê xwendevanên xwe. Berhemên ku di
vê jimarê de cih girtine ev in:
|
|
Kültür-Sanat: Cankurd - Pirtûk bo her mirovekî
Zarathustra
News Service
Pirtûk li Europa bi
tevayî, û li Almaniya bi taybet, gelek giran û bihane. Bazara pirtûkê ‚niviştê‘
mezin û fireh e, û pêşanga hersal, ku li bajêrê frankfurtê li Almaniya çêdibe,
xudan taybetî û nirxek berçavkirî ye, hem li ba civata xwende û hem jî li ber
mediya.
|
|
Kültür-Sanat: Esmer, bû reþ - Îsmaîl Beþikçi

Min ji tebaxa sala 2005an û vir de bi awayekî rêkûpêk bona kovara Esmerê
gotar nivîsîn. Esmer, kovareka mehane bû. Li wan salan Ferzende Kaya û
hevalên xwe kovara Esmerê bi rê ve dibir. Gotarên ku min dişandin bi
awayekî normal dihatin weşandin.
Li
nîsana 2007an Letîf Epözdemirî kirin rêvebirê kovarê. Letîf Epözdemir ji layê
Ferzende Kaya û hevalên wî ve nehate pejirandin. Demek paşê Ferzende Kaya û
hevalên xwe ji kovarê veqetîyan û dest bi weşandina kovareka bi navê
Multi-Kulti kirin. Li Esmera ku di bin rêvebirîya Letîf Epözdemirî de
diweşîya jî min nivîsandina gotaran berdewam kir. Di vê demê de Esmerê
likumî. Wekî mînak, hejmara sermaweza 2007an derneket. Sermawez-berfanbar, wekî
hejmarekê derket (Hejmar 35).
|
|
Kültür-Sanat: Du filmên Kurdi „Al-Anfal“ û „Davîdê Tolhîldan“ Baþdarî festîvala filmên navnetewî ê Rojhilat li Genêva Swîsrî dibin.

Festival ku
di navbera 7 ta 13 meha Nîsanê 2008 li bajarê Geneve li dar dikeve du filmên
Kurdi helbijartin. Ev her du film ji produksîona Mano Khalil û co-produksîona
wezareta Rewşenbîrî û televîzîona Swîsrî ne.
|
|
Kültür-Sanat: Stirana Aram Dîgran-î
Beşîr
Sebrî Botanî
Aram
Dîgran xwedan dengek rast, hestek û derbirrînek nazik e. Eger dengê wî bi
zanistî bihêt şîkirin û şirovekirin, ji me re diyar dibe ku ew tenê li ser
oktavekê (8 deng) distire û jê dernakeve. Aram baş dengê
xwe nas dike, ji lew re li pey karîna dengê xwe awazên folklorî û millî
hildibjêre û hem jî diafrîne. Eger em behsa stiranên kurdî yên folklorî û millî
bikin wek hewa (miqam) û pesteyan, dibînin ku Aramî çi xwendine, yan ew çi
dikare bixwîne:
|
|
Kültür-Sanat: Hejmara Nû ya Rojnameya Agirî derket
Zarathustra
News
Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn
weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe,
polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 84 an î, di 31 ê Newrozê de ji çapê derket û
belav bû. http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşna elektronîkî ye bo
têkiliyan. Naveroka hejmara 84 an ya Agirî ev e:
|
|
Kültür-Sanat: Pirtûka "Licê" û roja danasina wê
Gabar
Çiyan
Nivîskarê hêja Amed Tigrîs ronakbîrek pir rengîn e. Bi programên xwe yên tv yî
mîna "Rojbaş Mamoste" û "Dibistana Kurdî" cihê xwe di dilên malbat û zarokên
kurda de çêkir.
Weke
mamosteyê kurdî û ronakbîrekî kurd di dezgehên kurdî de xebatên hêja û bêwestan
kir.
Wî,
pirtûkxaneya kurdî ji gelek awiran ve dewlemend kir. Carna bi tenê, carna jî bi
nivîskarên din re berhemên hêja pêk anîn. Ken û Girîn, Kurterastî, Nîşan û Dawet
û Cografya Kurdistanê beşek ji wan in.
|
|
Kültür-Sanat: Kovara wêjeyî, çandî û hunerî Nûdem bû 16 salî
Zarathustra
News
Di adara
1992 an de hejmara xwe ya yekê derxistibû. Ew ne tenê kovarek bû. Bêhtir, ji
kesên zimanhez, edebnas, hunermend, helbestvan û nivîskaran re bûbû mal. Kesên
ku bi nivîs anjî ceribandinê destpêkê di Nûdemê de cî girtibûn ne hindik bûn. Ji
awira wergerê ve jî xebatên hêja hatibû kirin...
|
|
Kültür-Sanat: Nuþtoxê Koyê Bîngolî

Roşan Lezgîn
Deniz
Gündüz, romannuştoxo verên yê kirmanckî yo. Çeleyê 1976î de dewa Gimgimî
Canesera de ameyo dinya. Hema ke hîrêserre bîyo keyeyê înan bar kerdo, şîyê
Uskira. Mektebo verên Uskira de wend. Mîyanên zî na dewe de dest pêkerd la
Tetwan de temam kerd. Wendişê lîse zî, Bidlîs de dest pêkerd, Îzmîr de temam
kerd. 1994 de Anadolu Üniversitesi ya Eskişehirî de qismê Tarîxê Hunerî (Sanat
Tarihi) de qeyda xo viraşte labelê wendişê xo temam nêkerd. 1996 de Îzmîr de
temsîlkarîya Weşanxaneya Komalî kerde. Wexto ke no gure kerdêne, xo da xebata
ziwanê kurdkî ser û dest pêkerd bi kirmanckî nuşt.
|
|
|
|